Hezîran 17, 2021 19:24 Asia/Tehran
  • ÎHD: Tawanên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve têne kirin, bê ceza dimînin

Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi raporekê tawanên kuştina welatiyan ku ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatine kirin û tu ji wan bersûcan nehatine cezakirin belav kir.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi raporekê tawanên kuştina welatiyan ku ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatine kirin û tu ji wan bersûcan nehatine cezakirin belav kir.

Di raporê de bal hat kişandin ku tawanên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên kirin, ji aliyê daraz, dadgeh û dewletê ve tên parastin û loma jî ew tawan bi awayekî bê pergel berdewam dikin.

Endamê Komisyona Hiqûqî yê ÎHD a Diyarbekirê Yakûp Guven daxuyand ku bi dehan dozên ku bi aşkereyî divê ew tawanbar bi cezayên giran bihatina cezakirin, heta niha bê ceza hatine

hiştin û diyardeyên bûyeran li gor ku ew tawanbar neyên cezakirin, tên reşkirin û guhartin.

Guven diyar kir ku bi bêcezahiştina tawanbaran jî, tawanbarên nû wêrekî û pişt dibînin û tawanên nû dikin.

Bang û daxwaz hat kirin ku li saziyên hiqûqî darizandin û biryargirtin li gor pîvanên hiqûqî û dadwerî bên dayîn da ku mafên bingehîn ên jiyana welatiyan di serî de, maf û azadiyên welatiyan bên parastin.
 

Serepeyv