Hezîran 17, 2021 19:12 Asia/Tehran
  • PKKê kuştina 11 leşkeran û Tirkiyê jî kuştina 9 hêzên PKKê ragihand

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) a ser bi PKKê ragihand, li navçeyên Metîna û Avaşîn ên li Herêma Kurdistanê hêzên wan 11 serbazên Tirkiyê kuştin û nasnameyeke hêzekî xwe jî aşkere kir ku di şer de canê xwe ji dest daye. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, 9 hêzên PKKê di êrişên wan ên asmanî de hatine kuştin.

Li gorî rapora Rûdawê, HPGê di daxuyaniya xwe de ku îro belav kiriye, dibêje, di 15ê Hezîranê de ji demjimêr 05.30 serê sibehî ve heta demjimêr 15:00an li Girê Azad a  navçeya Metîna ber bi gundê Serero ve di navbera hêzên wan û hêzên artêşa Tirkiyê de şerekî dijwar derketiye.

Li gor daxuyaniyê, di encama şer de “artêşa Tirkiyê hatiye neçarkirin ku paşde vegere” û 3 serbazên artêşa Tirkiyê jî hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPGê diyar kiriye, hêzekî wan ê bi navê Demhat Kobanê di şer de canê xwe ji dest daye ku xelkê Kobanî ya Bakurê Sûriyê ye.

Di beşeke daxuyaniya xwe de, HPG amaje bi wê yekê dike ku roja 15ê Hezîranê hêzên wan li navçeya Metîna êrişî hêzên Tirkiyê kirine û di wê êrişê de jî 5 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

HPG diyar kiriye, ku artêşa Tirkiyê di demjimêr 11:30 û 12:10 heman rojê de “hewl daye bi rêya bombeyên gazî li Girê Silêman a li navçeya Avaşîn derbasî nav tunelên wan bibe”, lê hêzên wan bi çekên Klaşînkof gulle berdane hêzên Tirkiyê û di encamê de serbazek hatiye kuştin.

Herwiha tê gotin, roja 16ê Hezîranê di demjimêr 00:50 de li heman cihî êrişî hêzên Tirkiyê hatiye kirin û di êrişê de 2 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî roja Çarşemê 16ê Hezîranê di du daxuyaniyên cuda de ragihand, ku di êrişên wan de 9 hêzên PKKê li nav axa Herêma Kurdistanê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana îsal ve operasyonek asmanî û bejahî li ser navçeyên Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanînê destpê kiriye ku heta niha jî ew operasyon berdewam e.

Li gor amarên fermî yên Tirkiyê, ji destpêka operasyona nû ve 159 hêzên PKKê û 16 serbazên wî welatî hatine kuştin.

Li hember wê yekê, HPG ku baskê çekdarî yê PKKê ye, kuştina 276 serbazên Tirkiyê û 45 hêzên xwe ragihandiye.

 

 

Serepeyv