Hezîran 17, 2021 09:39 Asia/Tehran
  • Raporta CHPê: Li Tirkiyê 5.18 milyon ciwan bêkar in

Partiya Komarî ya Gel (CHP) rapora xwe ya bi navê “Rewşa Aborî ya Ciwanan” parve kir. Li gor wê raporê li Tirkiyê 5.18 milyon ciwan bê kar in.

Partiya Komarî ya Gel (CHP) derbarê  hejmara ciwanên bê kar yên li Tirkiyê raporek bi navê “Rewşa Aborî ya Ciwanan” parve kir. Di wê raporê de amaje bi wê yekê hate dan ku Tirkiye di sala 2020an de di nav welatên endam ên Rêxistina Geşepêdan û Hevkariya Aborî (OECD) de ji aliyê bêkariyê di rêza sêyem de tê.

Di raporê de hate diyarkirin rêjeya beşdarbûna hêza karkirinê ya li Tirkiyê di nav welatên OECDê de ji sedî 47 e, ev jî rêjeya herî kêm e di nav wan welatan de û Tirkiye ji aliyê bêkariya ciwanan de jî  di rêza 4emîn de ye.

Herwiha di raporê de hate tekezkirin ku li Tirkiyê di sala 2019ê de hejmara beşdarbûna hêza karkirinê 32,5 milyon kes bûn, lê ev rêje di sala 2020î de bo 30.8 milyon kesan daketiye.

CHPê  di rapora xwe de  bal kişand ser raporeke ku Rêxistina  Geşepêdan û Hevkariya Aborî (OECD) li sala 2020î belav kiriye.

Li gor wê raporê jî li Tirkiyê 5,18 milyon ciwanên di navbera temenên 15-29 de hene ku ne dixwînin û ne jî di karekê de dixebitin. Ev hejmar jî sedî 29.2  a ciwanên wî welatî pêk tîne. Di raporê de hatiye diyarkirin ku Tirkiye li gor vê polînkirinê di nav welatên OECDyê de di rêza dawî de ye.

Herwiha di raporê de hate xuyakirin ku di rêjeya kesên ne dixwînin û ne jî dixebitin de, piştî Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 23.7 welatên Îtalya û Kolombiya û bi rêjeya 20.7 jî Meksîka tê. Ev rêje bi giştî di nav welatên endamên OECD  13.8 e.

 

Serepeyv