Hezîran 17, 2021 00:58 Asia/Tehran
  • Li Stenbolê 5 kes bi tohmeta endamtiya PKKê hatin girtin

Li 5 navçeyên parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê polîsan bi ser hejmarek malan de girtin û di encamê de 5 kes bi tometa endametiya PKK hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan operasyona îro ji aliyê polîsên Şaxa Têkoşîna Dijî-Terorê ya Rêveberiya Asayişa Stenbolê ve hatiye pêkanîn û hêzên ewlekariyê li 5 qezayan bi ser 7 navnîşanan de girtin.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê ragihandiye, di encama operasyonê de 5 kes bi tometa endambûna di rêxistina KCK/PKK de hatine desteserkirin.

Hêj nansameya wan kesên desteserkirî nehatiye aşkerekirin, lê gelek caran hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê rayedar, endam û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî bi tometên girêdayî KCK/PKK desteser dike.

Hatiye ragihandin, ku hêzên ewlekariyê li cihên ku operasyon lê hatine kirin, lêgerîn û pişkinîn kirine û dest bi ser hejmarek kelûpel û amûrên dîjîtal de girtine.

Serepeyv