Hezîran 15, 2021 12:46 Asia/Tehran
  • Serokomarê Tirkiyê çû Komara Azerbaycanê

Serokomarê Tirkiyê berbanga îro jibo seredaneke fermî derbasî Komara Azerbaycanê bû.

Li gorî rapora TRT'ya Tirkiyê, Çûyîn afermî ya Receb Teyib Erdogan bo Komara Azerbaycanê li ser vexwendina Ilham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê pêk hatiye.

Yeqûb Eyûbov alîkarê serokwezîr, Xelef Xelefov alîkarê wezîrê derve û hejmareke rayedarên Komara Azerbaycanê li balefirgeha Bakûyê pêşwaziya Erdogan û desteya pêra kir.

Erdogan sibe Çarşemiyê dê bi awayê fermî li bajarê Şûşayê ji aliyê Eliyêv va were pêşwazîkirin.

 

 

Serepeyv