Hezîran 13, 2021 10:09 Asia/Tehran
  • Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Li parêzgeha Bedlîsê ya Tirkiyê bi hinceta hebûna hêzên PKKê li 35 gund û mezrayan qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Parêzgariya Bedlîsê duh li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku wan li 35 gund û mezrayên nav sînorên parêzgehê bi hinceta hebûna hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li wan deveran, qedexeya derketina derve ragihandine.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li ser agahiyên avakirina stargeh û şikeftan ên hêzên PKKê li wan cihan qedexe hatiye ragihandin.

Hat diyarkirin ku qedexeya derketina derve duh şemiyê 12ê Hezîranê ji saet 7:30an şûnde dest pê bûye.

Di 2ê Hezîranê de li 10 gund û mezrayên girêdayî navçeyaTetwanê ya heman parêzgehê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û di rûbirûbûnên navbera hêzên PKK û artêşa Tirkiyê de serbazek û 2 gundparêz hatibûn kuştin.

Qedexeya li Tetwanê di 8ê Hezîranê de hatibû rakirin û 6ê Hezîranê jî qedexeya ku li 12 gundên girêdayî navçeya Hîzanê ya wê parêzgehê hatibû ragihandin, hatibû rakirin.

Serepeyv