Hezîran 12, 2021 16:44 Asia/Tehran
  • Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragehandin

 Li parêzgeha Bedlîsê ya kurdên Tirkiyê bi hinceta hebûna şervanên PKKê li 35 gund û mezrayan qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Parêzgariya Bedlîsê îro li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku wan li 35 gund û mezrayên nav sînorên parêzgehê bi hinceta hebûna gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li wan deveran, qedexeya derketina derve ragihandine.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li ser agahiyên avakirina stargeh û şikeftan ên hêzên PKKê li wan cihan qedexe hatiye ragihandin.

Har diyarkirin ku qedexeya derketina derve îro şemiyê 12ê Hezîranê ji saet 7:30an şûnde destpê dike.

Di 2ê Hezîranê de li 10 gund û mezrayên girêdayî navçeya Tetwanê ya heman parêzgehê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û di rûbirûbûnên navbera gerîlyên PKK û artêşa Tirkiyê de serbazek û 2 cerdevan hatibûn kuştin.

Qedexeya li Tetwanê di 8ê Hezîranê de hatibû rakirin û 6ê Hezîranê jî qedexeya ku li 12 gundên girêdayî navçeya Xîzanê ya wê parêzgehê hatibû ragihandin, hatibû rakirin.

Serepeyv