Hezîran 12, 2021 09:21 Asia/Tehran
  • Senatorên Amerîkî: F-35ên Tirkiyê bila bidin Yewnanistanê

Peşnûmeya ku ji aliyê senatorên Amerîkayê Bob Menendez û Marco Rubio hatiye amadekirin armanc dike ku peywendiyên leşkerî yên Amerîka û Yewnanistanê hîn jî zêdetir hêztir bibin.

Menendez û Rubio di pêşnûma hevkariyên Amerîka û Yewnanîstanê de ku pêşkêşî Senayê  kirine pêşniyar dikin ku Firokeyên F-35 yên bo Tirkiyê hatine çêkirin bo Yewnanîstanê bên firotin.

Peşnûme armanc dike ku alîkariya leşkerî ya Amerîkayê bo Yewnanistanê bihêz bike û daxwaza hevbeş karkirinê di qada leşkerî bi Qibris, Yewnanî û Îsrail re pêş bixe.

Di pêşnûmeyê de tê gotin ku Yewnanîsyan hevpeymaneke ewle ye û dibêje: “Bo ewlekariya Deryaya Spî divê Amerîka alîkariyê bide hêzên leşkerî yên Yewnanistanê bo xwe nûjen kirinê û peywendiyên xwe yên di qada parastinê de hê bihêztir bike.” Bal tê kişandin ku baregeha Amerîkî ya Yewnanistanê li Kendava Suda yê ji aliyê operasyonên Amerîkayê yên li herêma Lîbya û Sûriyê ve girînge. 

Di pêşnûmê de tê gotin ku ji ber Tirkiyê ji Rûsyayê Sîstema parastina asmanî S-400 wergirtine, divê ji bernameya F-35 an bê derxistin û ew balafirên ku bo Tirkiyê nayên dayîn bifiroşin Yewnanistanê.

Yewnanistanê sala borî bo kirîna balafirên Şer yên F-35 bi awayeke fermî serlêdana Waşîngtonê kiribû û ji Fransayê jî 18  jetên Rafale kirîbûn.

Serepeyv