Parlamentera Alman: Divê Almanya îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve lêkolîn bike
Endama Parlmenta Almanyayê û berdevka fraksiyona polîtîkayên navxweyî ya Çepan (DIE LINKE) Ulla Jelpke ji bo lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirkiyê li dijê hêzên PKK pêşniyazpirsek da Parlamenta Federal ya Almanyayê û dibêje divê Hikûmeta Federal îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyê ve lêkolîn bike.
Ulla Jelpke di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de got “Li gorî nûçeyan, arteşa Tirkiyê di êrîşa xwe ya leşkerî ya li herêma Kurdistanê de ku di 24ê Nîsanê de dest pê kir, li dijî hêzên PKKê zêdetirî deh caran çekên kîmyewî bikar anîne. Wêne û dîmenên ku ji hêla leşkeran ve hatine kişandin û li ser Twitter hatine belav kirin, gumana bikaranîna çekên wiha yên ji aliyê navneteweyî ve hatine qedexekirin piştrast dikin.”
Jelpke rexne li hikûmeta Almanyayê dike û amaje bi wê yekê dike ku Hikûmeta Almanyayê bêpiştraskirin Sûriyê ji ber bikaranîna gaza jehrî tawanbar dike, lê li hember hevkarê xwe yê NATOyê ji ber bikaranîna çekên wiha, xwe li pişt agahiya wan ji tişteke wisa tuneye diveşêre.
Berdevka fraksiyona polîtîkayên navxweyî ya Çepan tekez kir û got “Ji dêvla ku êrişên Tirkiyê yên li ser herêma Kurdistanê bi dilsoziya kor a tifaqê veşêrin, divê hukûmeta Alman her tiştî bike ku van tawanan lêkolîn bike."