Hezîran 08, 2021 21:31 Asia/Tehran
  • Li Amedê 33 kes bi tohmeta hevkarîkirina PKKê hatin girtin

Li parêzgeha Amedê ya kurdnişîn li Tirkiyê ew 34 welatiyên ku bi tohmeta hevkarîkirina bi PKKê re hatibûn desteserkirin, 33 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Fermandariya Cendirme ya Amedê ve hatiye belavkirin, roja Duşembê 7ê Hezîranê ew 34 kesên ku di çarçoveya “operasyona rûbirûbûna piştgirîkirina terorê” de li navçeya operasyona Eren-2 hatibûn desteserkirin, hatin dadgehîkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku bi biryara dadgehê û bi tohmeta “peydakirina piştgiriya darayî” û “hevkarîkirina  PKKê” 33 kes ji wan hatine girtin û kesê din jî bi merc hatiye azadkirin.

Zêdeyî 4 mehan e artêşa Tirkiyê li deverên kurdî yên vî welatî çendîn operasyon li dijî PKKê dane destpêkirin.

Li wan navçên operasyon tên kirin, car bi car qedexeya hatûçûnê tê ragihandin û bi dehan kesên sivîl ên niştecihên gund û mezrayên wan navçan ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ve tên desteserkirin û piştre bi biryara dadgehê tên girtin û bo zîndanê tên şandin.

Operasyonên “Eren” li 15 navçên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Qers, Erdexan û çend deverên din ên Kurdî tên kirin.

Serepeyv