Bahçelî: Êdî girtina HDPê bûye mesela namûsê
Serokê giştî yê partiya nijadperest û dijî kurdan ya Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî ragihand, êdî girtina HDPê bûye mesela namûsê û divê ew partî yekser û bilez were girtin.
Duhî hikûmeta Tirkiyê dîsa daxwaz ji Dadgeha Destûrê kir HDPê hilweşîne û bi fermî dosyeya girtina HDPê teslîmî dadgehê kir.
Li ser vê mijarê, serokê giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, ku hevalbendê AKP di hikûmetê de ye, ragihand, êdî ti behane û bijardeyeka din li pêşiya dadgehê nemaye û divê yekser û bilez biryara girtina wê partiyê bide.
Bahçelî her wiha da xuyakirin, girtina HDPê êdî bûye mesela namûsê û divê were girtin û navê wê jî ji nav siyasetê were derxistin.
Di dosyaya HDPê de tê gotin ku HDP li dijî serxwebûna dewleta Tirkiyê her wiha li dijî yekperçebûna welat û milet dixebite ji ber wê jî divê were girtin û ji 500 berpirs û endamên wê re qedexeya siyasî tê xwastin.
Hikûmeta Tirkiyê 17 meha Adara îsal daxwaz ji Dadgeha Destûrê kiribû HDPê bigire lê dadgehê daxwaza hikûmetê bi hegera ku belgeyên pêwîst li ber dest nînin, red kiribû.