5 roj in daristanên Licê dişewitin û berpirsan ti karek nekirine
Hezîran 08, 2021 09:16 Asia/Tehran
Piştî operasyona artêşa Tirkiyê li Licê ya Amedê agir bi qadê ketibû. Şewat 5 roj in didome.
Artêşa Tirkiyê di 4’ê Hezîranê de li Karinçaxa Licê ya Amedê operasyoneke li dijî PKKê dabû destpêkirin. Piştî operasyonê agir bi qadê ketibû.
Hate diyarkirin helîkopteran li Dehlê Axê dabûn û piştre agir bi qadê ketibû.
Li gorî çavkaniyên herêmî şewata li qada daristanê didome û şewat nayê tefandin û hîn berpirsên Tirkiyê ji bo temirandina vî agirî ti karek nekirine .