Hezîran 08, 2021 08:49 Asia/Tehran
  • HDP: Kesên ku li dijî mafyayê bêdeng in, êrişî partiya me dikin

Piştî ku Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind a Tirkiyê dîsa ji bo girtina HDPê li dageha Destûrê doz vekir, HDP di bersivê de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyeke kurt belav kir û got “Kesên ku li dijî mafyayê bêdengin, êrişî partiya me dikin.

HDP di daxuyaniyê de behsa daxuyaniyên serokê mafyayê Sedat Peker dike û wiha radigihîne “Mafya behsa dîroka rêkeftina AKP-MHPê dike. Dîroka HDPê jî gel dinivîsîne. Kesên ku li dijî mikûrhatinên mafya bêdeng dîmînin, bi êrîşkirina partiya me dixwazin desthilata xwe nûjen bikin. Em destûr nadin vê yekê! # Ne HDPê, Mafya bi darizînin.”

Herwiha HDP di daxuyaniya xwe de dibêje “Dê ti kes nikaribe îradeya gelê Kurd bi dest xwe bixe. HDP hêza sereke ya vî welatî ye. Bêyî HDPê demokrasî nayê vî welatî, aştî nayê. # Ne HDPê, Mafya bi darizînin.”

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind, ji bo HDP bê girtin cardin îdianame amade kir. Îdianame ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hat şandin.

Di îdianama daxwaza girtina HDPê ya derdora 850 rûpelî de, bo nêzîkî 500 endamên partiyê qedexeya siyasî tê xwestin.

Herwiha di îdianameyê de ji bilî girtina HDPê, hat xwestin ku tedbîr li ser hesabê bankayê yê partiyê jî were danîn.

Beriya niha jî Dadgeha Destûra Bilind, dosyaya girtina HDPê bi hinceta ku ji hêla teknîkî ve ne temam e li serdozgeriya amadekar vegerandibû. Wate delîl û îdiayên ku li dosyayê hatine bicîkirin ji hêla naverok û şiklî ve têra wê nakin da doz bê vekirin.

Serepeyv