Hezîran 08, 2021 08:22 Asia/Tehran
  • Dîsa ji bo girtina HDPê doz hat vekirin

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind a Tirkiyê bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dîsa doz vekir.

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind a Tirkiyê bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dîsa doz vekir. Îdianame ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re hat şandin.

Di îdianama daxwaza girtina HDPê ya nêzîkî 850 rûpelî ya Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind de, ji bo derdora 500 endamên partiyê qedexeya siyasî tê xwestin.

Herwiha di îdianamê de ji bilî girtina HDPê, hat xwestin ku tedbîr li ser hesabê bankayê yê partiyê jî were danîn.

Berî niha, Dadgeha Destûra Bilind dosyaya girtina HDPê bi hinceta ku ji hêla teknîkî ve ne temam e li serdozgerê amadekar vegerand, anku delîl û îdiayên ku li dosyê hatine bicîkirin ji hêla naverok û şiklî ve têra wê yekê nakin ku doz were vekirin.

Serepeyv