Li 12 gundên Bedlîsê qedexe hat ragihandin
Li 12 gund û mezrayên navçeya kurdnişîn a Xîzana Bidlîsa li Tirkiyê derketina derva hat qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê hin gund û mezrayên Xîzanê heta fermaneke din derketina derva hat qedexekirin.
Walîtiya Bedlîsê di daxuyaniyê de diyar dike ku qedexe ji îro 6ê Hezîrana 2021ê destpê dike û heta fermaneke din berdwam dike.
Gundên ku qedexe lê hatine ragihandin wiha ne Patyar, Kemalan, Hêgin, Endiyanis, Harmusê, Olçulu, Kamsar, Sidres, Biro, Sêz, Aktay û Karal.
Parêzgariyê hişyarî bi welatiyan jî da ku ew pabendî biryarên qedexeya hatûçûnê bibin û di demên pêwîst de ji bo derketina derve destûrê bixwazin.
Herwiha hate gotin ku ew kesên vê biryarê binpêbikin dê werin cezakirin.
Biryar e ligel qedexeya hatûçûnê operasyonên artêşa Tirkiyê yên li hemberî PKKê li wan deveran bên destpêkirin.