Hezîran 06, 2021 16:20 Asia/Tehran
  • Komên dijber banga îstifakirina Erdogan û hilbijartinên pêşwext dikin

Komên dijber bang li serokomarê Tirkiyê kirin ku ji bo rizgarkirina welat îstîfayê bike û hilbijartinên pêşwext ên parlamentê û serokomariyê li dar bêxe.

Li gorî Ajansa Radyo û Televîzyona Îranê, Alî Babacan, serokê Partîya Demokrat û Pêşverû ya Tirkîyê, hişyarî da ku  eger Partîya Dad û Geşepêdanê li ser kar bimîne dê êşa miletê Tirkiyê berdewam bike.

Babacan di vekirina ofîsa nû ya partiya xwe ya li rojhilatê Tirkiyê de got, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan heke dest ji kar bernede dê netew her roj êşê û elemê bikişîne.

Alîkarê berê yê serokwezîrê Tirkiyê herwiha got ku pirsgirêka hejarîyê li vî welatî ewçend derketiye ku welatî neçar in li çopê li xwarinê bigerin û ji ber hejarî xwe bikujin.

Piştî ku Erdogan roja Înê bi şev vedîtina zeviyek gaza xwezayî ya nû li herêma Deryaya Reş ragihand, Ahmet Davutoglu, serokê Partiya Pêşeroj û Serokwezîrê berê yê Tirkiyê, jî bi tundî êrişî Erdogan kir û ew wekî nezanekî herî mezin li Tirkiyê binav kir û got, "Bêdeng be, ji ber ku te nikarî aboriyê sererast bikî û te gel belengaz û bêçare kir."

Faik Oztrak, Berdevkê Partiya Komarî ya Gel(CHP), partiya dijberî ya herî mezin li dijî hukumeta Erdogan, jî jê re got ku dem dema xatirxwestina ji hêzekê ye ku xiyanet li baweriya gel kir.

Serepeyv