Lîreyê Tirkî berdewam nirxê xwe ji dest dide
Li Tirkiyê Dolar di nava salekê de ji sedî 30, Euro jî ji sedî 40 zêde bû.
Bihêzbûna dolar di bazarên dinyayê de, bû sedem ku lîreyê Tirkî nirxê xwe ji dest bide. Vê yekê bandor li pereyê gelek welatên dinyayê kir, lê bi taybetî welatên ku aboriya wan ne cîgir e, di bin de man. Herî zêde jî lîreyê Tirkiyê nirxê xwe ji dest da.
Vê sibehê her dolareke Amerîkî bi 8 lîre û 72 qurûşên tirkî bû. Di nava rojê de hinekî daket û li derdora 8 lîre û 69 qurûşan danûstandin pê hate kirin. Bi giştî di nava salekê de dolar ji sedî 30 li hemberî lîre bilind bû û Euro jî gihîşte ji sedî 40î. Niha her Euroyek dike 10 lîre û 60 qurûşên tirkî.
Piştî ku destpêka vê heftiyê serokomarê Tirkiyê di derbarê daxistina rêjeya faîzê de axivî, yekser cîgiriya bazaran têk çû û nirxê lîreyê tirkî berjêr bû. Erdogan di axaftina xwe de got ku ew li gel serokê Banka Navendî axivî ye û şert e ku rêjeya faîzê daxin.
Li gorî aborînasan di nava vê mehê de 2 bûyerên girîng hene ku dikarin bandorê li nirxê lîre bikin, ew jî hevdîtina Biden û Erdogan a di 14ê Hezîranê de û piştre jî civîna PPK a di 17ê Hezîranê de ye. Di wê civînê de Banka Navendî dê biryara xwe a li ser faîzê bide.