Hezîran 03, 2021 09:58 Asia/Tehran
  •  Li 10 gundên Bedlîsê ji ber operasyonan qedexe hate ragihandin

Bi hinceta operasyonên li dijî PKK li 10 gundên Bedlîsê qedexeya hatinûçûnê hate ragihandin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Piştî kuştina leşkerek Tirkiyê li gundê Anadere yê ser bi navçeya Tetwana Parêzgeha Bedlîsa Tirkiyê, li 10 gundên wê navçeyê bo demek nediyar qedexeya hatinûçûnê hatiye ragihandin. Li gor daxuyaniya parêzgariya Bedlîsê qedexe dê di 2yê Hezîranê demjimêr 22: 00yê de dest pê bike.

Gundên ku qedexe lê hatine ragihandin wiha ne Pertevkût, Ûstûs, Pancas, Kirtvan, Inzan, Engesora Xirab, Geyve, Ûranis, Vanika Deştê, Xaxûz.

Parêzgariyê hişyarî bi welatiyan jî da zanîn ku ew pabendî biryarên qedexeya hatinûçûnê bibin û di demên pêwîst de ji bo derketina derve destûrê bixwazin.

Herwiha hate gotin ku ew kesên vê biryarê binpê bikin dê werin cezakirin.  

Li gel destpêkirina biryara ragehandina qedexeya hatinûçûnê operasyonên artêşa Tirkiyê yên li dijî PKK dê li van 10 gundan dest pê dikin.

 

 

Serepeyv