Hezîran 02, 2021 15:41 Asia/Tehran
  • Erdogan tehdîd kir: Emê Mexmûrê ji PKKê paqij bikin

Serkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan tehdîd kir û ragihand, ewê êrişî kampa Mexmûrê bikin û wir ji PKKê paqij bikin.

Serkomarê Tirkiyê Erdogan, şeva borî di televîzyona TRT de besriva pirsên rojnamevanan da û rojev nirxand.

Erdogan di mijara şerê PKKê de dîsa dest bi tehdîd û gefan kir û ragihand, PKK gelekî tengav bûye û ewê li ser êrişên li dijî PKKê berdewam bin.

Erdogan behsa êrişên li ser Qendîl û kampa Mexmûrê jî kir û got, Mexmûr jî herî kêm bi qasî Qendîlê bo me girîng e ji ber ku ew der bûye hêlîna PKKê.

Kampa Mexmûrê ku bi hezaran koçberên kurd ên Tirkiyê tê de dijîn, di bin çavdêriya NY de ye. Erdogan li ser vê mijarê jî got, emê bi NY re jî hevdîtin bike eger ew tiştekî nekin emê bi xwe wê derê paqij bikin.

Serepeyv