Li Tirkiyê perwerdehiya rû bi rû sibê destpê dike
Piştî hat ragihandin ku li Tirkiyê “normalbûna gav bi gav” ya pêvajoya tedbîrên koronayê di 1ê Hezîranê de dest pê dike, perwerdehî jî li gorî wê hate sererastkirin.
Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Ziya Selçuk diyar kir ku dê sibê ji bo dibistanên seretayî hefteyê 2 rojan û ji 7ê Hezîranê ve ji bo xwendekarên dibistanên navîn û lîseyê perwerdehiya rû bi rû dest pê bike.
Di derbarê perwerdehiya rû bi rû de Ziya Selçuk li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got “Ji sibê şûn de xwendekarên me yên dibistana seretayî, ji 7 Hezîranê roja Duşemê pê ve ji bo xwendekarên xwe yên dibistana navîn û lîseyê em ê hefteyê du rojan dest bi perwerdehiya rû bi rû dikin.”
Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê jî di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û wiha dibêje “Ji 1ê Hezîranê roja Sêşemê pê ve li hemû dibistanên seretayî û polên zarokxaneyên di bin dibistanan de ne dê heftê du rojan dest perwerdehiya rû bi bikin.
Ji 7ê Hezîranê roja Sêşemê pê ve jî dê li hemû dibistanên me yên navîn û Liseyan heftê 2 rojan perwerdehiya rû bi rû were kirin. Li dibistanên me yên li gundan û jiyangehên ku hindik niştecîh lê dijîn, dê ji 1ê Hezîranê roja Sêşemê pê ve hefteyê 5 rojan perwerdehiya rû bi rû ya tam wext destpê bike. Sala xwendinê ya 2020-2021 dê 2ê Tîrmehê roja Înê bidawî bibe."