Hezîran 01, 2021 00:01 Asia/Tehran
  • Sivikatiya melayê Ayasofyayê li Ataturk bû sedema rexne û nerizamendiyên tund ji aliyê netewperestan

Axiftina Melayê Ayasofyayê derbarê Mistefa Kemal Ataturk xêmdarê Komara tirk a Tirkiyê got: Ma kî ji wan zalimtir û kafirtir heye? Ev gotina wî bû sedema hêrsbûna netewperestên tirk li Tirkiyê.

Di merasîmekê de li Mizgefta Ayasofyayê, melayekî sivkayetî li Ataturk kir û ev yek rastî nerazîbûnên zav ji aliyê nejadperest û netewperestên tirk hat.

Bi boneya vekirina Mizgefta Teqsîmê merasîmeke girseyî bi beşdariya hejmarek xelkê û amadebûna wezîrên Tirkiyê li Mizgefta Ayasofyayê hat lidarxistin.

Di wê merasîmê de li Mizgefta  Ayasofyayê ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan jî tê de amade bû, melayê bi navê Mustafa Demirkan di dema xwendina peyama xwe  de amaje bi Ataturk da û sivkayetî lê kir.

Mustafa Demîrkan di wê peyama xwe de îşaret bi yekem serokkomarê Tirkiyê  Ataturk da û got “Ev perestgehe hate veguhastin bo muzexaneyê. Ma kî ji wan zalimtir û kafirtir heye? Ya rabbî tu derfet nede ku carek din zîhniyetek wiha bê ser Tirkiyê.”

Opozîsyona Tirkiyê ji Erdogan jî bi tundî rexne girt ji ber ku ew jî li merasimê de bû û ti bertekek li hemberî gotina vê melayê tirk nîşan neda bû.

Atataturk wek rêberek dîrokî yê Tirkan û damezrînerê wî welatî tê naskirin. Sivkayetiya Li wî, ji aliyê opozîsyon û sekuler netewperestên wî welatî ve gelek karvedan li pey xwe anîn û di torên civakî de bû cihê rexnekirina desthilata AKPê.

Serepeyv