May 31, 2021 20:57 Asia/Tehran
  • Gaveke din ber bi îslamîtirbûna Tirkiyê û hêrsbûna sekolaran

Di merasima vekirina mizgevteke din li meydanq Teqsîm a Stenbolê, serokomarê Tirkiye Receb Teyib Erdogan got: Çêkirina mizgeftekê li Meydana Teqsîmê piştî vekirina Ayasofya xeyaleke wan a dîrokî bûye û îro ew xeyal bi cî hatiye. Tirkiye bi vê mizgeftê re gihîştiye hesreta xwe ya 150 salî.

Beriya çend salan projeya çêkirina mizgeftekê li navdartirîn meydana Tirkiye anku Teqsîmê ketibû rojeva Tirkiye. Ew proje ji roja destpêkê ve ji hêla aliyên cihê ve hatibû nirxandin û rexnekirin. Herwiha bibû sedema nakokiyên tund jî di navbera opozisyon û desthilatê ve. Mizgefta ku hin taybetiyan li xwe digire bi beşdariya Serokomarê Tirkiye Erdogan hat vekirin. Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya wê mizgeftê li meydana Teqsîmê û got dê tu hêz nikaribe rê li ber bigire da Tirikye bibe bi hêztirîn welatê misilman û mazlûman.

Mizgefta Teqsîmê ku ew 4 sal in di şerê oldar û sekulerên Tirkiye de bibû sembol temam bû û ji aliyê Erdogan ve hat vekirin.

Bi minasibeta vekirina wê mizgeftê duh merasîmeke girseyî bi beşdariya hejmarek xelkê û hazirbûna wezîrên Tirkye hat lidarxistin. Aliyên sekuler ji ber ku sîmgeyeke îslamî li navdartirîn meydana Tirkiye û semboleke komara kemalîst tê danîn rexne dikir. Merasîm di bin tedbîrên awarte yên emnî de birêve çû.

Serepeyv