May 31, 2021 19:01 Asia/Tehran
  • MITê xizmekî Fethullah Gulen ku endamekî derecebilind ê koma FETOyê ye, girt

Operasyonên Tirkiyê li dijî cemaeta Gulen berdewam in li gor zanyariyan kesê bi navê Selahaddîn Gulen ku tê gotin biraziyê Fethullah Gulen e û peywendiya wî bi berpirsên wê cemaetê re hebûye, bi operasyoneke MITê hat girtin û bo Tirkiyê hat veguhastin.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ya Anadoluyê, li ser zanyariyên ji çavkaniyên ewlekariyê ragihand, Selahaddîn Gulen di encama operasyoneke Îstixbareta Tirkiyê (MIT) de li derveyî welat hat girtin û bo Tirkiyê hat veguhastin.

Di nûçeyê de nehatiye diyarkirin ka Selahaddîn Gulen li kîjan welatî hatiye girtin, lê hatiye aşkerekirin, ew kes ji kesûkarên Rêberê Cemaeta Gulen Fethullah Gulen bûye û peywendiyeke wî ya bihêz li gel berpirsên derece bilind ên wê cemaetê hebûye.

Herwiha hatiye gotin ku Selahaddîn Gulen li ser fermana Fethullah Gulen ji Tirkiyê derketiye.

Berî niha bi tometa “endamtiya rêxistina çekdarî” derbarê Selahaddîn Gulen de biryara girtinê hatibû dayîn.

Fethullah Gulen ku rêberê wê cemaetê ye, li Amerîkayê niştecih e û Tirkiye Cemaeta Gulen ku wek `Rêxistina FETO` binav dike, bi hewla kudetaya 15ê Tîrmeha 2016an tometbar dike û daxwaz dike Fethullah Gulen jî radestî wan bê kirin.

Piştî hewla kudetaya leşkerî ya şikber a 2016an ku bi serneket, pêleke desteserkirinê ya berfireh li seranserê Tirkiye destpê kir û di encamê de heta niha bi hezaran kes bi tometa `endamtiya  rêxistina FETO` hatine zindanîkirin û herwiha bi sedhezaran leşker, polîs, fermanber, mamoste, akademîsyen û xelkê medenî jî her bi wê tometê ji kar hatine dûrxistin û ketine ber lêpirsîn

Serepeyv