YE gef li Tirkiyê xwar wê sizayên giran li dij wê bikar bîne
Serokê Konseya Ewropayê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de, dîsa Tirkiye bi mueyîde û cezayên pêşgiriyê tehdîd kir.
Li gor IRIB NEWSê ji Enqerê, Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel bi minasebeta 40-emîn salvegera endambûna Yewnanîstan di nav Yekîtiya Ewropayê de li Atînayê hişyarî da Enqerê û got ku ger Enqere guh nede pîvan û berjewendiyên Ewropî, dê ceza û bikaranîna tedbîrên bergiriyê li dijî Tirkiyê werin bikaranîn.
Charles Michel bal kişand ser nakokiya di navbera kiryarên Tirkiyê yên li Lîbya, Qafqasya û Rojhilata Navîn bi berjewendiya Yekîtiya Ewropî re û tekez kir ku YE dê bilez hemî amûr û vebijarkên heyî bikar bîne da ku helwêst û kiryara Tirkiyê rawestîne û baştir bike.
Tirkiye ji sala 1999 û vir ve hewl dide ku bibe endamê Yekîtiya Ewrop, û her çend danûstandinên pejirandin û qebûlkirina endametiya Tirkiyê ji 2005-an ve didome jî, endamên YE ji ber siyasetê nedemokratîk û binpêkirinên mafên mirovan bi taybvetv ên kêmnetewên wekî kurdan û mudaxileyên vî welatî li karûbarên welatên din, dijî endamtiya Enqerê ne.