Rapora CHPê: Di serdema desthilata AKPê de 53 hezar kesan xwe kuştine
Li gor raporta Partiya Komarî ya Gel (CHP) di navbera salên 2002-2019ê de li Tirkiyê 53 hezar û 452 kesan xwe kuştiye û ji van 4 hezar 801 kesan ji ber hejartiyê dawî li jiyana xwe anîne.
Parlamenterê Enqere yê CHPê Tekin Bingol raporta encamên lêkolîna xwekuştinên di serdema desthilata Partiya Dad û Pêşketinê (AKP) de eşkere kir. Li gor raporê li Tirkiyê di navbera salên 2002-2019ê de 53 hezar û 452 kesan xwe kuştine. Ji van jî 4 hezar û 801 hezar kesan ji ber hejatriyê dawî li jiyana xwe anîne. Her di wê raporê de hatiye diyarkirin ku di meha Çileya 2021an de herî kêm 94 kesan, di Sibatê de 99, di Adarê de 122 û di meha Nîsanê de jî herî kêm 129 kesan xwe kuştine.
Di raporê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku di sala 2002an de hejmara kesên ku xwe kuştine 2 hezar û 301 kes bûye û ev hejmar her sal zêdetir dibe û di sala 2012an de bi ser 3 hezar kesan ketiye.
Di lêkolînê de hatiye diyarkirin ku 22 hezar 645 xwekuştinên di dema 17 salan de wek “sedamê wê nayê zanîn” hatine tomar kirin.
Li gor Navenda Ewlekariya Kar û Tendirustiya Karker di 8 salên dawiyê de 127 karkeran ji ber deynên xwe, 68 karkeran ji ber bêkariyê û 53 karkeran jî ji ber mobbingê xwe kuştine.
Di sala 2019 an de hejmara xwekuştinên ji ber hejartiyê bûye 321 kes ku ev jî rêjeya herî zêde ye ku di 17 salên dawî de hatiye tomarkirin.
Li gor pisporan li Tirkiyê her sal hejmara kesên ku hewla xwekuştinê didin di navbera 40-150 hezar kesan de ye.