May 28, 2021 09:56 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 183 kesên din ji ber Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 183 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Tirkiye di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 183 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 46 hezar û 970 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 27ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, li Tirkiye di 24 demjimêrên borî de 8 hezar û 426 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 673 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 220 hezar û 549 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 13 hezar û 102 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 70 hezar û 815 kesan.

Serepeyv