May 27, 2021 21:20 Asia/Tehran
  • Li Wanê hêzên ewlekariyê êrişî welatiyan kir

Li navçeya Payizava ya bajarê kurdî Wanê li başûrê rojhilata Tirkiyê,  hêzên ewlekariyê yên vî welatî û cerdevanan gulle li welatiyên ku dixwestin vekirina kargeheke mermer protesto bikin barandin û 4 gundî desteserkrin.

Li navçeya Payizava li Gundê Şêxanê gundiyan xwestin nerazîbûna xwe li dijî vekirina kargeheke mermerê nîşan bidin, lê hêzên ewlekariyê û cerdevanan gulle li wan gundiyan barandin û 4 kes ji wan desteserkrin.

Rojnamevan Ruşen Takva ji Rûdawê re diyar kir ku li Gundê Şêxanê ku dê kargeha mermer bê vekirin îhale destpêkiriye û piştî îhalê hêzên ewlekariyê û gundparêz çûne wî cihî û govên welatiyan bi makîneyên kar rûxandine.

Li ser vê jî welatiyan nerazîbûn nîşandane û xwestine bimeşin, lê ji bo belavbûna wan hêzên ewlekariyê û kirêgirtiyên xwecî ku navê gundparêzan lê kirine gelek gulle li wan barandin.

Ruşen Takva got: “Piştî destwerdana hêzên ewlehî, hem xelkê gund, hem leşker û cerdevan, paşve vekişiyan."

Ruşen Takva da zanîn ku leşker û cerdevanan ji şevê din ve dest bi nobetgirtina makîneyên kar kirin, lê xelkê gund jî xwestin pêşî li xebata makîneyên kar bigirin.

Takva da zanîn ku kes birînda nebûne lê 40 govên gund bi makineyên kar hatine rûxandin.

Serepeyv