May 27, 2021 11:57 Asia/Tehran
  • Parlamenterê HDPê: Mijar ne Tirkiye ye, desthilat e

Serokê Fraksyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç di parlamentê de têkilkdarî rojeva Tirkiyê daxuyaniyek da çapemeniyê û li ser îdiayên AKPê û MHPê yên derbarê girtevîdyoyên Sedat Peker ku dibêjin armanc Tirkiye ye got “Desthilat bi van gotinan dixwaze ji lêkolîna îdiayan re bibe asteng”

Serokê Fraksyona Partiya Demokratîk a Gelan Saruhan Oluç di parlamentê de têkilkdarî rojeva Tirkiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Oluç di daxuyaniya xwe de diyarkir ku çi dema rexneyek li hember polîtîkayên derve û navxweyî yên desthilatê bê kirin ew gefa derbeyê tîne rojevê û got “ Ev desthilat ji bo ku xwe li ser piyan bigire, di nav civakê hertim gotina li ser me gefa derbeyê heye bikartîne. Ev ne tiştek rast e. Niha li Tirkiyê gefa derbeyê ya li dijî vê desthilatê tune ye.”

Oluç di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku desthilata AKPê hertim tirsa gefa derbeyê ji xwe re dike hincet û bi vê yekê ji lêkolîna îdiayan re dibe asteng û got “ Ev desthilat hertim tirsa gefa derbeyê bikartîne û ji xwe re ev yek kiriye taktîkek siyasî û bi vê yekê jî, ji nîqaşkirina xeletiyan re û lêkolîna îdiayan re dibe asteng. Vê carê jî heman riyê bikartîne”  

Herwiha Oluc têkildarî îdiayên Desthilata  AKPê û MHPê yên li ser girtevîdyoyên  Sedat Peker  ku dibêjin armanc Tirkiye ye  jî got: “Ev du roj in em vê gotina şirîkên desthilatê guh lê dibin. Armanc Tirkiye ye. Nexêr! Mijar ne Tirkiye ye. Mijar ev desthilat e. Mijar ev şirîkatiya desthilatê ye. Xeletiyên şirîkatiya desthilatê ne, mijar  endamên nediyar yên tifaqa şirîkatiya desthilatê ne. Ev Desthilat ne Tirkiye ye. Ev desthilat perçeyeke Tirkiyê ye. Hûn xwe wek tevahiya Tirkiyê nehesibînin. Hûn bi avakirina tirsa hertim ev welat û civak di bin gefan de ye hewl didin xeletî, qirêjî û bêhiqûqiyên xwe veşêrin. Gef ne li hember Tirkiyê ye. Mijara ku tê nîqaşkirin ne Tirkiye ye, polîtikayên xelet yên desthilatê ne. Ji vir em dixwazin careke din bi eşkere bibêjin ku, Tifaqa Cumhurê ku ji aliyê AKP û MHPê û şirikên tifaqa nediyar ve hatiye avakirin nayê wê wateyê ku ew tevahiya Tirkiye ye. "

Serepeyv