Li Tirkiyê 9 hezar û 375 kesên din bi Koronayê ketin
May 26, 2021 09:57 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 175 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 175 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 46 hezar û 621 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 25ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 9 hezar û 375 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 693 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 203 hezar û 385 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 11 hezar û 192 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 45 hezar û 508 kesan.