May 25, 2021 21:46 Asia/Tehran
  • Partiyên muxalefetê yên Tirkiyê bangî Wezîrê Karên Hundir dikin ku îstifa bike

Serokê Partiya Seadata Tirkiyê bang li wezîrê hundurîn yê vî welatî kir ji ber ku îdiayên derbarê gendeliyê eşkere bûne îstifa bike.

Li gorî ISNA roja Sêşemê, Serokê Partiya Seadat Temel Karamollaoglu ji Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu xwest îstîfa bike, eva di demekê de ye ku van hefteyên dawiyê riswatî û gendeliya darayî û mafya bûn mijara serekî li Tirkiye.

Sedat Peker, serkirdeyekî mafyayê yê navdar li Tirkiyê ku di Çile 2020 de ji welêt reviyabû û berê têkiliyên semîmî û kûr bi hin parlamenterên partiya desthilatdar re hebû, li ser kanala xwe ya YouTube gelek vîdyo parve kirine ku tê de karbidestên paye bilind ên Hikûmeta Tirkiyê bi gendeliyê tawan û tawanbar kirin.

Temel Karamollaoglu li ser twitterê wiha nivîsî: "Li gorî van îdiayan, divê hin kes, nemaze wezîrê karên hundur, îstifa bikin û divê tavilê pêvajoyek dadrêsî dest pê bike." Ger ew îstifa nekin, divê ew ji hêla serokomar ve ji kar werin dûrxistin. 

Berdevkê Partiya Komarî ya Gel Faik Ozturk û seroka partîya IYI ya Tirkiyê Meral Akşener jî banga îstifaya wezîrê karên hundur kirin.

Vê serokê mafyayê di vîdyoyên xwe de, hin parlamenterên AKPê ya desthilatdar tawanbar kirin ku tawanên wekî kuştin û bazirganiya narkotîkê kirine.

Serepeyv