Lavrov: Helwesta Tirkiyê derberê Kirîmê destdirêjiya li xaka Rûsyayê ye
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê helwesta Tirkiyê ya têkildarî Kirimê de ragihand ku “Piştgiriya Tirkiyê ji bo destpêşxeriyên(însiyatîvên) êrişkar ên dijî Kirimê, tê wateya destdirêjiya li yekîtiya xaka Rûsyayê."
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, têkiliyên Moskow û Enqerê ji rojnameyeke rûsî re nirxand.
Bi taybetî di şîroveya xwe de, Lavrov li ser peywendiyên Enqere û Kiyevê hişyariyên tund da Tirkiyê û got: “Derbarê têkiliyên bi Ukrayna re, em di hemî astan de ji hevkarên xwe yên Tirk re şîret dikin ku bi baldarî rewşê analîz bikin û dev ji piştgirîdana bi hizrên mîlîtarîst ên Kiyevê berdin. Em bi awayekî pir zelal û aşkere tekezî dikin ku teşwîqkirina însîyatîvên êrişker ên Ukraynayê yên li dijî Kirimê, tê wateya destdirêjiya li yekîtiya xaka Rûsyayê."
Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwiha hêvî kir ku Enqere dê "fikarên rewa" yên aliyê Rûsyayê li ber çav bigire û xeta xwe sererast bike.
Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Stembolê 10ê Nîsanê, di hevdîtina xwe de bi hevtayê xwe yê Ukrayînî Vladîmîr Zelensky re careke din biryara Enqerê ya ku zêdekirina Kirimê ser axa Rûsyayê bi fermî nas nake, piştrast kiribû.
Hefteya borî jî, Berdevk û Nûnera Fermî ya Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li dijî helwêsta Tirkiyê li ser Teterên Kirimê û Çerkezan, daxuyaniyeke hişk da bû.