May 24, 2021 10:38 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê; Birayê Sedat Peker hat desteserkirin

Birayê Sedat Peker, Atilla Peker û parêzvanê wî, ku bi vîdeoyên xwe rojev li Tirkiyê hejand, li navçeya Fethiye ya parêzgeha Mugla ya Tirkiyê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên wî welatî ve hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li gor agahiyên ji medyaya Tirkiyê, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiyê û Tawanên Birêxistinî ya Rêveberiya Asayişa Muglayê, duh Yekşemê 23ê Gulanê ji bo desteserkirina birayê Sedat Peker, bazirganê ser bi mafyaya li Tirkiyê operasyon pêk anîne.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li navçeya Fethiye ya Muglayê bi ser gundê Kayakoy de girtine û birayê Sedat Peker, Attila Peker ê 52 salî tevî pasevankî wî yê bi navê Yunus O, desteser kirine.

Hatiye ragihandin, ku Attila Peker li wî gundî vîlayek kirê kiribû û li wê derê dima.

Hêzên ewlekariyê li otomobîla Attila Peker û li vîllaya ku ew lê dima, lêgerîn pêk anîne û di encamê de dest danîne ser demançeyeke bê destûr û du şarjorên wê.

Sedat Peker jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nûçeya desteserkirina birayê xwe piştrast kiriye û li hember wê yekê nerazîbûn nîşan daye.

Sedat Peker dibêje: “Weke kesê ku bi pîroziya dewletê bawer dike, pir bi êş e ku ez vê yekê bi xwe bibêjim, lêbelê hin burokratên ku rûmeta wan bi qasî meaşê wan e, hûn çima Korkut Eknel û Mehmet Agar desteser nakin, tenê birayê min desteser dikin?”

 

 

Serepeyv