May 23, 2021 21:17 Asia/Tehran
  • Hevseroka HDPê: Savaş Buldan ji aliyê rêveberên dewletê ve hat kuştin

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan piştî gotinên mafyager Sedat Peker ên derbarê karsazên Kurd de peyamek belav kir û ragihand, “Bi salan e em dibêjin, Savaş Buldan (hevjînê Pervîn Buldan) û hevalên wî ji aliyê kesên dewletê birêve dibin ve hatine kuştin.”

Mafyager Sedat Peker ku ev heyamek e bi îtîraf û gotinên xwe bûye rojeva Tirkiyê vîdyoyeke nû belav kir û di wê vîdyoyê de behsa bûyerên kuştina karsazên Kurd jî kir û amaje bi rola Wezîrê Navxwe yê berê yê Tirkiyê Mehmet Agar û karmendê MITê yê berê Korkut Eken kir.

Piştî wê vîdyoyê, Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek belav kir û got ku hevjînê wê karsaz Savaş Buldan û hevalên wî ji aliyê kesên dewletê birêve dibin ve hatine kuştin.

Pervîn Buldan nivîsand, “Bi salan e em dibêjin û niha jî dibêjin, Savaş Buldan û hevalên wî ji aliyê kesên dewletê birêve dibin ve hatin kuştin.”

Pervîn Buldan amaje bi wê jî kir ku kesên Savaş Buldan û hevalên wî kuştin bi dadgehîkirinên nerasteqîn hatin azadkirin û got, “Niha em dîsa vegeriyan destpêkê û em dê hewl bidin ji bo dadgehîkirina wan.”

Karsazê Kurd Savaş Buldan ku xelkê Colemêrgê ye, 3ê Hezîrana 1994an piştî ku ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat desteserkirin, hat kuştin û heta niha jî bikujên wî nehatine diyarkirin.

Mafyager Sedat Peker di vîdyoya xwe de li ser bûyerên kuştina rojnamevan Ugur Mumcu û karsazê Kurd Savaş Buldan behsa rola Wezîrê Navxwe yê berê yê Tirkiyê Mehmet Agar kir û diyar kir ku Agar Mumcu kuşt û herwiha bi gotina wî peywendiyeke xurt a Agar li gel karsazên Kurd hebû û “ji hemûyan pere wergirtin.”

Sedat Peker her di wê vîdyoyê de, karsazên Kurd bi bazirganiya "maddeyên hişber" tometbar kirin û got, Mehmet Agar ew (karsaz) xistin kemînê û ji bo ku raboriya xwe ya “qirêj” paqij bike ku bi gotina wî armanca Agar serokomarî bû, dest bi kuştina karsazên Kurd kir.

Serepeyv