PKKê piştrast kir ku 6 şervanên winda bûyî yên wê hatine kuştin
PKKê aşkere kir ku ew 6 gerîlayên ku peywendî li gel wê qut bûbû, di êrişên balafirên cengî yên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane. Herwiha PKKê li gel nasnama wan gerîlayan, kuştina 9 leşkerên Tirkiyê jî ragihand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên PKKê ragihand ku hatiye piştrastkirin ew 6 gerîlayên ku ev demeke peywendî li gel wan qut bûbû, di êrişên artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.
PKKê ragihand ku di encama şer û pevçûnên li herêma Avaşînê de ev demek bû peywendî li gel tîmeke 6 kesî ya gerîlayan qut bûbû û tekez kir ku hatiye piştrastkirin, wan her şeş gerîlayan di bombebarana balafirên Tirkiyê ser tunelan li herêma Mamreşo, jiyana xwe ji dest dane.
Endamê Konseya Rêveber a PKKê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan berî niha derbarê encam û amarên şer de ragihandibû, di heyama 19 rojan de 18 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane û “ji 6 hevalan jî agahî nayên wergirtin û zanyariyek nîne ku ew şehîd bûbin.”
Roja 20ê Gulanê jî Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li parlamenta wî welatî gotibû ku heta niha 121 gerîlayên PKKê di êrişên wan de jiyana xwe ji dest dane û gotibû ku wan gelek şikeft û tunel jî jinav birine.
Fermandeyên PKKê diyar kirine ku artêşa Tirkiyê li gel her cure teknîkê û derfetên xwe, bi “çeteyên ku ji Sûriye” anîne êrişî hêzên wan li Herêma Kurdistanê dike û hedefa wa girtina deverên stratejîk li Herêma Kurdistanê û jinavbirina destekvtên kurdan li vê Herêmê ye.