Li bakurê Iraqê 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Di operasyona hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya Tirkiyê de li bakurê Iraqê 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
Li gorî Kurd Press, şeş leşkerên Tirkiyê di pevçûnên herî dawî de di navbera endamên PKK û leşkerên Tirk de li sînorê herêma Kurdistana Iraqê hatin kuştin.
Eva di demekê de ye ku arteşa Tirkiyê bi hecet û mehaneya şerê li dijî PKKê eva gelek wexte bi neqanûnî ketiya bakura Iraqê û li Herêma Kurdistanê gelek dever dagir kirin û li wir pêgehên Leşkarî çêkirin. Ev çend heftene ku hêzên Tirkiyê û PKKê li herêma Kurdistanê ketine nav şer û pevçûnên giran û ji her du aliyan û heta xelkê sivîl ê herêmê gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne. Herwiha ji ber êrişên hewayî û topxana artêşa Tirkiyê gelek gundên Herêma Kurdistanê jî vala bûne û gelek xisr jî li xelkê ketine.