GIYAV: Haya zarokên Kurd ji dersa hilbijarte tune ye
Weqfa Alîkakariyên Mirovî û Koçê (GIYAV) li Amedê ji bo şopandina bikaranîna zimanê dayîkê ya zarokan raporek amede kiriye û di wê raporê de diyar kir ku haya zarokên Kurd ji dersa hilbijarte ya bi Kurdî tune ye û yên ku haya wan jê heye jî nikarin wê dersê bistînin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Weqfa Alîkakariyên Mirovî û Koçê (GIYAV) ji bo şopandina mafê zimanê dayîkê yê zarokên Amedê û rakirina astengiyên li pêşiya vî mafê wan raporek amade kir. Rapor di encama 3 mehan xebatên meydanî de hatiye amade kirin.
Di raporê de ligel 60 kesên ku ji 20 zarok, 12 malbat, 12 Rêxistinên Civaka Sivîl, 6 mamoste, 2 damezrênerên dibistanê, 3 rêveber û 5 hunermend û xebatkarên medyayê pêk tên, hevdîtin hatine kirin.
Di raporê de ji 20 zarokên ku beşdarbûna zimanê wan yê dayîkê hatiye pirsîn. Ji wan 10 zarokan diyar kiriye ku zimanê wan ê dayîkê bi Kurdî ye û ew li malê jî bi piranî bi wî zimanî diaxivin, 7 zarokan jî gotiye zimanê wan yê dayîkê bi Tirkî ye, 3 zarokan jî gotiye ku zimanê Tirkî û Kurdî zimanê wan ê dayîkê ye û yên mayî jî diyar kirine ku ew di jiyana xwe ya civakî de ji bo ragihandinê zimanê Tirkî bi kar tînin.
GIYAVê di raporê de têkildarî dersa hilbijarte ya "Zarava û Zimanên Zindî" de jî da zanîn ku ji 20 zarokan haya 9 zarokan ji vê dersê nîne, herwiha ji 11 zarokên ku haya wan jê heye, 7 zarokan jî di ser hilbijartina dersê jî nekarîne dersê bistînin û sedema vê yekê jî nizanin.
Di raporê de malbatên ku ligel wan hevpeyîvîn hatiye kirin, dan xuyakirin ku mafê hilbijartina van dersan li ser kaxizê heye û di pratîkê de tiştek tune ye.
Herwiha malbatan eşkere kir ku ji bo dana van dersan kadro nehatine vekirin, budceyek nehatiye terxankirin û rêveberên dibistanan li şûna van dersên bi zimanê dayîkê, berê malbatan didin dersên olî.