May 19, 2021 09:40 Asia/Tehran
  • Bihîstina dengê du teqînên bi hêz li balafirgeha Amedê ya Tirkiyê

Li balafirgeha bajarê kurdan, Amedê ya Tirkiyê dengê du teqînên bi hêz hat bihîstin. Parêzgariya Amedê ragihand ku ew hewldana êrişekê bûye lê  ti ziyanek nîne.

Li derdora balafirgeha Amedê şeva çûyî dengê teqînan hat bihîstin. Li gor çavkaniyên xwecihî teqîn gelek dijwar bûne.

Parêzgariya Amedê jî daxuyaniyek derbarê bûyerê de belav kir û ragihand ku îşev saet 12.30 hewl hatiye dayîn ku bi firokeyeke maket li dijî 8emîn Fermandariya Binkeya Asmanî êrişek bê kirin.

Lê li gor daxuyaniya parêzgariya Amedê ew firoke hatiye jinavbirin û ti ziyanek nebûye.

Herwiha Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî ragihand ku li dijî  binkeyeke serbazî ya li Amedê hewl hatiye dayîn bi firokeyên maket êriş bên kirin, lê bi gotina wî ew firoke hatine jinavbirin.

Lê çavkaniyên xwecihî tekez dikin ku piştî teqînan hejmareke zêde ya hêzên emnî û ambulans ber bi cihê bûyerê ve hatine veguhastin.

Serepeyv