May 14, 2021 07:50 Asia/Tehran
  • Bi mirina 238 kesên din qurbanên Koronayê li Tirkiyê ji 44 hezar kesan derbas bûn

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ragihand ku di welêt de 238 kesên din jî bi Koronayê mirin ku bû sedm jimara qurbaniyên vê vîrusê bigihêje 44 hezar û 59 kesan.

Wezîrê Tendurustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa korona li vî welatî 5 mîlyon 83 hezar û 996 kes ragihand, ku li gorî amarên Çarşemê 11 hezar û 534 kes lê zêde bûye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê vê dawî bal kişand ser amara zêde ya ketin û mirina bi Koronayê li vî welatî de û gotibû: "Vê demê Tirkiye ji destpêka epîdemiya koronayê ve di qonaxa herî dijwar de ye, "

Fahrettîn Koca derbarê vaksînekirina welatiyên Tirkiyê jî li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsand ku hikûmeta vî welatî biryar daye ji îro û pê ve malbatên karmendên tendirustiyê li hemberî koronayê vaksîne bike.

Çavkaniyên nûçeyannivîsîne ku hikûmeta Tirkiyê di warê vaksînekirina welatiyan cidatiyê têxe navbera welatiyê tirk û kurd  û welatiyên kurd ên vî welatî anagorî welatiyên din kêmtir hatine vaksînekirin.

Serepeyv