Li Tirkiyê Nijadperestên tirk êrişî malbateka kurd ya Hewlêrî kirin
Li bajarê Mêrsîn yê Tirkiyê, malbateka kurd ya Hewlêrî rastî êrişa nijandperestên tirk hat.
Rojnamevan û aktîvîstê kurd Mihemed Emîn Demîr li ser rûpela xwe ya twîtterê ragihandiye, îro (pêncşemê) li bajarê Mêrsînê malbateka kurd ya Hewlêrî, ku bo geriyanê çûbûn Tirkiyê, rastî êrişa nijadperestên tirk hatin.
Wî rojnamevanê kurd daye zanîn, di wê êrişê de du endamên wê malbata 4 kesî birîndar bûne ku rewşa yekê baş nîne.
Bi gotina wî aktîvîstê kurd, nijadperestan dema dibînin pilaka otomobîla wê malbatê Hewlêr (EBL) e û malbat jî kurd e, êriş dikin û li wan didin.
Beşek ji twîtta wî rojnamevanê kurd li ser wê rûdanê:
“Ji malbatê re gotine hûn kurd in an tirkmen, piştî ku zanibúne kurd in, li wan xistine. Zarokê 12-13 salî jî birîndar kirine. Xwestine mêrik ji kendalê bavêjin û bikujin. 4 kes bûne, li jin û zarokên din jî xistine.”
Ji dema avabûna hikûmeta AKP-MHPê ji ber kiryarên hikûmetê li dijî kurdan û provaksiyonên hikûmetê yên li dijî kurdan êrişên wiha zêde bûne û hikûmet jî bûna girtina pêşiya van kiryaran karekî cidî nake.