May 10, 2021 20:39 Asia/Tehran
  • Wezîrê derve yê Tirkiyê diçe Erebistana Siûdî

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dê îro biçe paytexta Erebistana Siûdî û dê têkiliyên dualî nîqaş bike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ragihand ku dê Çavuşoglu bi hempîşeyê xwe yê Siûdiyê mîr Feysal Bin Ferhan re bicive û dozên herêmî û têkiliyên dualî nîqaş bike.

Dewleta Tirkiyê bi vê yekê armanc dike ku rewşê bi welatên Ereban wekî Misir, Siûdî û Îmaratê re aram bike û tecrîda dîplomatîk a ji ber tevgerên wê li herêmê  bi dawî bike.

Madya û çavkaniyên nûçeyan vê dawiyê ragihandibûn ku dewleta Tirkiyê di çarçêva baştirkirina têkiliyên xwe bi Erebistana Siûdî re çeteyên li Sûriyê ji bo alîkariya Rejîma Dagirker a Siûdî şandine Yemenê da ku şerê li dijî gelê vî welatî bikin.

Serepeyv