Şerê navbera hêzên PKK û artêşa Tirkiyê didome; Ji du aliyan çend kes hatine kuştin
May 09, 2021 21:19 Asia/Tehran
Wezareta karêln hundir a Tirkiyê ragihandiye ku di operasiyona artêşa vî welatî dijî hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çend kes hatine kuştin.
Li gorî rapora rojnameya Tirkiye ya çapa Stenbolê, Wezareta karêln hundir a Tirkiyê ragihand ku di operasiyona çekdarên tirk li parêzgeha Mêrdînê, 6 hêzên PKK hatine kuştin.
Wezareta karêln hundir a Tirkiyêher wiha ragihandiye ku di opearsiyona Erenê da jî çend hêzên PKK hatine kuştin.
Ji aliyê din va, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK îro 9ê Gulanê ragihandiye ku di rojên dawî da hêzên PKK 8 kes ji hêzên artêşa Tirkiyê kuştine.
Li gorî rapora ajansa Firat Newsê, Di 7 û 8ê Gulanê da li herêmên wek Metînayê bi giştî 8 kes ji artêşa Tirkiyê hatine kuştin.