Balyozxaneya Îranê li Tirkiyê îdiaya nedurust a ajansa Anatoliyê derewand
Balyozxaneya Îranê li Tirkiyê îdiaya nedurust a ajansa Anatoliyê derew zanî.
Li gorî rapora Fars Newsê, Balyozxaneya Îranê li Tirkiyê îro Yekşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê îdiaya ajansa Anatoliyê derbarê rola Îranê di veguhestina hêzên çekdar ji Sûriyê bo Yemenê derew zanî.
Balyozxaneya Îranê li Tirkiyê destnîşan kir: Îdiayên wiha nîşana zanîna kêm ji rastiyên meydanî ye.
Di daxuyaniya Balyozxaneya Îranê li Tirkiyê da hatiye ku ev îdiaya sexte li dijî siyaseta Îranê derbarê şerê karesat û nemirovane dijî gelê Yemenê ye.
Balyozxaneya Îranê li Tirkiyê her wiha ragihand: Komara Îslamî ya Îranê hertim daxwaza bidawîhatina vî şerî kiriye û pişta hewildanên NY jibo bidestxistina rêkara siyasî girtiye.,
Ajansa Anatoliyê bi weşandina nûçeyekê îdia kiribû ku Îranê 120 hêzên sûrî ji parêzgeha Dêrazora Sûriyê şandine Yemenê.