May 08, 2021 13:08 Asia/Tehran
  • Tirkiye li gel Misrê dest bi gotûbêjên asayîkirina têkiliyan  kir

Wezareta Derve ya Tirkiyê di derbarê hevditinên Tirkiyê dibêje ku hevdîtin baş pêk hatine. Ev hevdîtin piştî çend salan qutbûna pêwendiyên du welatan despê bûne.

Tirkiyê di van demên dawî de dest bi hewleke nû ji bo başkirina peywendiyên xwe yên diplomatîk kirye û di vê çarçoveyê de şandeke Tirkiyê piştî nêzîkî 8 salan di asta herî bilinde seredana misrê kir û Tirkye hewil dide ku peywendiyên xwe yên têkçûyî di gel Misrê baş bike.

 Şarezayê Karên Diplomasiyê Prof.Dr. Dogu Ergîl  dibêje “Ji bo çareser kirina pirsgirêkên heyî û dirustkirina şertên pêkve jiyanê li herêmê, pêwîstî bi diyalogekê di welatên rojhilata navîn heye. Di destpêkê aliyan pêwîstî bi niyeteke baş heye. Pêwiste ku êdî peywendî di gel grubên neyasayî neyên kirin û dewlet û hikumetên her du aliyan rasterast hevdîtinan bikin.” 

Li gorî zanyaryan ji bo başkirina peywendiyan weke qonaxa yekem 3 daxwazên serekên yên Misrê ji Tirkiyê ew in ku liv û tevgerên kes û saziyên peywendî bi ixvanûl muslîm re hene bêne sînordarkirin, di medyaya Tirkiyê de dijayetiya desthilata Misrê neyê kirin û grubên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve ji Libyayê bên derxistin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî daxuyaniyek  belav kir û tê de hate gotin ku hevdîtinên herdu aliyan di rewşeke erênî pêkhatine û hewl dê ji bo gavên zêdetir were dan. Oposizyona Tirkiyê di mijara başkirina peywndiyên diplomatik de piştigirya hikumetê dike.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglu jî li Press Konferansekê tev wezîrê derve yê filistînê Riyaz el-Malikî got:şandeyên du aliyan pirsgirêkên du alî û herêmê gotûbêj kirin û ev gotûbêj di rewşeke dostane û erênî pêk hat.

Nêzîkî 8 salan tevî peywendiyên xirab ên diplomatik, lê peywedniyên bazirganî yên herdu aliyan salane derdora 3 milyar dolaran pêkhat. Tirkiyê di vî maweyî de bi giştî qebareyê 21.9 milyar dolara kelûpel şandin Misirê bi qebareyê 12.1 milyara dolaran jî kelûpel ji Misirê kirîne.

Serepeyv