Li Dêrsimê şer û pevçûneke giran di navbera hêzên Tirkiyê û PKK derket
Li Dêrsimê şer di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de derket û li gor wezareta navxwe ya wî welatî, 3 gerîlayên PKKê di wî şerî de jiyana xwe ji dest dane. Li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê jî şer û pevçûn bi tundî berdewam in.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku hêzên wan li herêma Pulur a Dêrsimê operasyonek encam dane.
Li gor daxuyaniyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di çarçova wê operasyonê de şer û pevçûn di navbera leşkerên wan û gerîlayên PKKê de derketine û di encamê de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Her li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, operasyona leşkerên Tirkiyê ya li wê herêmê berdewam dike û li ser vê operasyonê heta niha ji aliyê PKKê zanyariyek nehatiye belavkirin.
Lê Hêzên PKKê ye di daxuyaniyekê de ragihand ku gerîlayên wan roja 1ê Gulanê leşkerên Tirkiyê ku li herêma Deriyê Wara a Cûdî bicih bûbûn, kirin armanc û di encamê de leşkerek kuştine.
Operasyonên artêşa Tirkiyê li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn Basyan ku 23ê meha Nîsanê destpê kiribûn hîn berdewam in.
Li gor îdiaya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di êrişeke hêzên wan de li wan herêman 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane û ragihandibû ku heta niha 72 gerîlayên PKKê di çarçova wê operasyonê de jiyana xwe ji dest dane.
HPGê jî dibêje ku li herêmên Metîna, Zap, Avaşînê di encama êrişên gerîlayan de 11 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û herwiha nasnameya 9 gerîlayan jî aşker kiribû ku di êriş û bombebaranên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.