May 06, 2021 22:46 Asia/Tehran
  • Almanya: Sînordarkirina firotina çekan bo Tirkiyê dê bidome

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas di civînek rojnamevanî ya hevbeş  ligel hevkarê xwe yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Tirkiye hevalbendeke NATOyê girîng e, lê sînordarkirina firotina çekan dê bidome.

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas li Berlînê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re konferansek hevpar ya çapemeniyê  li dar xist.

Maas di civîna çapemeniyê de bersiva pirsa, "Gelo dê Almanya di warê leşkerî de qedexeyên ku li ser Tirkiyê hatine danîn rake?" wiha bersiv da: “Tirkiye di nav NATOyê de hevalbendeke girîng e. Almanya her tim ev anî ziman û ev yek wê di siberojê de xwedî girîngiyek taybet be.”

Maas destnîşan kir ku Almanya dikare bi Tirkiyê re, bi taybetî jî wekî hevalbendên NATOyê, gelek baş hevkar be û got “Lê belê li Almanya di derheqê hinardekirina pîşesaziya parastinê de polîtîkayên sînordar ên berfireh hene û wê ev bên domandin."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji ber mêvanperweriya wî ya germ sipasiya Maas kir û got: "Ew ji ber berdewamiya diyaloga di navbera her du welatan de ligel pandemiyê kêfxweş in".

Çavuşoglu destnîşan kir ku bi saya piştgiriya Almanya di têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de nîqaşên erênî hene û got ku wan mijarên li qada navneteweyî ku hene wek Lîbyayê jî nîqaş kirine.

Serepeyv