May 06, 2021 22:08 Asia/Tehran
  • Tirkiyê operasyoneke nû li dijî PKKê da destpêkirin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku arteşa wî welatî, li hersê parêzgehên kurdnişîn ên Tirkiyê yên Agirî, Îdir, Qers û Erdexanê li dijî şervanên PKKê dest bi operasyoneke nû kir.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li dijî PKKê operasyoneke nû li Bakurê Kurdistanê bi navê  "Operasyona Eren-15 Çiyayê Agiriyê-Çemçe Madur"ê da destpêkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku operasyona bi navê "Operasyona Eren-15 Çiyayê Agiriyê-Çemçe Madur" Agirî, Îdir, Qers û Erdexanê bi beşdariya 2065 leşker, polîs û cerdevanan daye destpêkirin.

Li gor daxuyaniyê di operasyona ku bi îdareya Fermandariya Cendirmeyê Herêma Erzeromê bi rê ve diçe de 135 tîmên operasyonel û herwiha 2 hezar û 65 personelên ji tevgera taybet a cendirmeyê, tevgera taybet a polîsan, cendirmeyên komando û cerdevan beşdar in.

Di daxuyaniyê de tê amajekirin ku ew operasyon li dijî gerîlayên  PKKê bûye û ew heta digihêjin armanca xwe operasyon dê berdewam bin.

Ev heyamek e artêşa Tirkiyê operasyon, liv û tevgerên xwe ne tenê li Kurdistana Tirkiyê li hemberî PKKê zêde kirine, di heman demê de li nav axa Herêma Kurdistanê de jî operasyonên xwe zêde kirine.

23yê Nîsana borî, artêşa Tirkiyê dest bi operasyonên asmanî û zemînî li ser navçeyên çiyayî yên sînorê Herêma Kurdistanê kiriye.

Serepeyv