May 04, 2021 20:25 Asia/Tehran
  • Serokê Navçeya Cizîrê yê Partiya DEVAyê jiyana xwe ji dest da

Serokê Navçeya Cizîrê yê Partiya DEVAyê Hecî Mahmut Ezgî ji ber coronayê jiyana xwe ji dest da.

Serokê giştî Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan li ser hasabê xwe yê Twitterê mirina Hecî Mahmut Ezgî ragihand.

Serokê giştî yê DEVAyê Alî Babacan di parvekrina xwe ya li ser Twitterê ji ber mirina Mahmut Ezgî xemginiya xwe anî ziman.

Alî Babacan di tweeta xwe de wiha got “Ez pir xemginim. Min bihîst Serokê Navçeya Cizîrê yê Partiya me Hecî Mahmut Ezgî ku li nexweşxaneyê tedawiya Covid-19 dibû jiyana xwe ji dest da. Xwedê rehma xwe lê bike, ji malbata wî û partiya me re sersaxiyê dixwazim.

Serepeyv