May 04, 2021 15:25 Asia/Tehran
  • Tirkiyê devera Geliyê Hespa li Herêma Kurdistanê bombebaran kir

Tirkiyê devera Geliyê Hespa li nahiya Kanî Masê ya ser bi qeza Amêdiyê li nav axa Herêma Kurdistanê bombebaran kir.

Firokeyên cengî yên Tirkiyê îro devera Geliyê Hespa li nêzîk gundê Bazê yê li nahiyeya Kanî Masê bombebaran kirin.

Rudawê diyar kir ku hîn bombebaran li sînorê gundên Kanî Masê û qeza Amêdiyê berdewam e.

Li gor agahiyan, bombebarana deverê îro saet 10:00 destpê kiriye.

Peyamnêrê Rûdawê, dibêje: Tirkiyê bi giranî Geliyê Hespa bombebaran kiriye û di encamê de agir li Zinarê Kêste ketiye ku heya niha jî nehatiye vemirandin.

Bombebaran û topbaranên Tirkiyê bo ser deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bandoreke xirab li jiyana welatiyên li gundên Kêste, Hirûr, Xişxaşa, Bazîv, Birîfka û Qumriyê çêkiriye.

Serepeyv