May 04, 2021 12:59 Asia/Tehran
  • Trablusê ji  Enqerê xwest ji bo vekişandina hêzên xwe û çeteyan ji Lîbyayê hevkariyê bike

Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê bang li Tirkiyê kir ku ji bo hêzên xwe û çeteyan ên li nava Lîbyayê vekişîne hevkariyê bike.

Wezîra Karên Derve ya Lîbyayê Necla El Mengûş got, "Em bang li Tirkiyê dikin ku ji bo parastina serweriya Lîbyayê, ji bo dawîanîna li hebûna hêzên biyanî û leşkerên ji bo pereyan li Lîbyayê şer dikin, bi me re hevkariyê bike."

Menqûş di dema civîna çapemeniyê de ku bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re li Trablusê kir, ev daxuyanî da.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê jî nerazîbûn nîşan da ku hebûna leşkerên Tirkiyê mîna yê komên cuda tê pênasekirin.

Di navbera Enqerê û hikumeta berê ya Trablusê de ku giraniya wê ji Îxwaniyan pêk dihat, dawiya sala 2019'an peymaneke leşkerî hatibû îmzekirin.

Dewleta Tirkiyê ambargoya çekan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi rengekî eşkere binpê kir û piştgiriya leşkerî yekser da hikumeta Trablusê û çeteyên xwe yên li Sûriyê derbasî Lîbyayê kir.

Hêzên ser bi Xelîfe Hefter jî ku rojhilatê welêt kontrol dikin piştgiriyê ji Rûsya, Îmarat û Misrê werdigirin.

Şer havîna derbasbûyî bi peymanekê bi dawî bû. Di çarçoveya danûstandinan de ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hatin kirin, hikumeta yekîtiyê ava bû.

Hikumeta demkî ku serkêşê wê karsazê bi navê Abdulhemîd Debîbah e, wê heta hilbijartinên demkî yên meha Kanûnê welêt bi rê ve bibe.

Serepeyv