Li Tirkiyê 103 şervan û welatiyên kurd ên Sûriyê bi cezayê heta hetayê hatine zîndanîkirin
Hevserokê Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirov ragihand ku 103 şervan û welatiyên kurd ên Sûriyê ku Çeteyên ser bi Tirkiyê radestî vî welatî kirine, bi cezayê heta hetayê hatine zîndanîkirin.
Hevserokê Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirov Mustafa Vefa eşkere kir ku hêzên terorîst û çete ku navê Artêşa Azad a Sûriyê li xwe kiriye li navçeyên Serê Kaniyê, Girê Spî û çend navçeyên din ên deverên kurdî li Sûriyê 103 şervan û xelkê navçê bi tohmeta endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) in desteserkirine û radestî Tirkiyê kirine.
Li Tirkiyê jî li gor Maddeya 302 a Yasaya Cezayên Tirkiyê bi tohmeta “Plangêrî û gefxwarina li serweriya yekparçeyiya axa Tirkiyê” bi cezayê heta hetayê hatine zîndanîkirin. Hemû jî li herdu girtîgehên Cezayên Giran ên Rihayê hatine zîndanîkirin.
Mustafa Vefa bale dikşîne ser rewşa xirab a wan 103 girtiyan û dibêje: “Di dema radestkirina wan de bo Tirkiyê, gelekî hatine êşkencekirin û di rewşeke tendirustî ya xirab de bûne. Herwiha beşek ji wan bêyî parêzerên wan hebe, bi awayekî rasterast hatibûn dadgehkirin.
Herwiha kes û karên hinek girtiyan ji tirsa gefên hêzên çete yên ser bi Tirkiyê, heta niha serdana girtîgehan nekirine û hevdîtin ligel wan pêkneanîne.”
Navbirî tekez dike ku sê ji girtiyan Suryanî ne û bi heman tohmeta qaşo endamên YPGê ne û dijî dewleta Tirkiyê rahiştine çekan bi cezayê heta hetayê hatine zîndanîkirin û dibêje: “Di demekê de hersê ne şervan bûn û ne li devera şer hatine desteserkirin.
Berevajiya wê di dema pişkinînê de li gundekî Suryaniyan hatine desteserkirin û êdî bê lêkolîn, radestî artêşa Tirkiyê hatine kirin û wek şervanên YPGê dosya bo wan hatiye vekirin.”
Hevserokê Şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirov herwiha dibêje hejmareke din a welatiyan li herdu navçên Serê Kaniyê û Girê Spî bi heman tohmetî hatine desteserkirin û heta niha radestî Tirkiyê nehatine kirin û komên çete daxwaza sê hezar dolar ji kes û karên wan dikin daku wan radestî Tirkiyê nekin û mohleta mehekê didin wan, eger na tên radestkirin.
Mustafa Vefa tekez dike ku hemû ev rêkar li dijî mafên mirov û yasayên navdewletî ne.